Senemê Ji Qewsê Ebrû

Senemê Ji Qewsê Ebrû
by Melayê Cizîrî
307754Senemê Ji Qewsê EbrûMelayê Cizîrî

Senemê ji qewsê ebrû du hilalê new numandin
Du keman li bircê mîzan bi xedeb li min kişandin

Ne du nûn qelem muqabil bi bedî'ê xet nivîsîn
Du hilalê destê qudret bi qeranê yek kişandin

çi beratê husn e ya reb bi nişanê padişahî
Bi teref du turre tuxra we bi mawerê reşandin

Elif û du lam û hê dîn me di ayeta cemalê
Ji ceger me kir tesellî we ji sîne dest feşandin

Ne tinê ji qişt û zulfan me di sîne sed kulab in
Li ceger sîyehkemanan du hezar-i tîr reşandin

Ji ceger Mela pilingan bi kulab û pens-i ker kir
Esedan ji pence vê ran dil û sîne herişandin

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse