Sira Sibe
- Sira sibê li bab û dara hewrê
- Veciniqî û hişyar bû
- Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahişt
- Bilûre danî ser diranê
- Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira
- Kaniya bin dara hewrê
- Bi dengê bilurê re nehwirand
- Hêstir werwirand melûl melûl
- Dilê heyvaji kovanên xwere
- Kerî bi kerî kezext û dirand
- Bilbilek firî ji hêlîne
- Çu danî li gulya gulê
- Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
- Berda dilê wan ji xuriyê
- Dilop dilop niqutî û xurî
- Niqut niqut nızilî û xurî
- Di dilopa paşî de sefeq beyan bû
- Ji bilûrê his birî kanî xayiş ket
- Li bine kema gulê bilbil ji can bû
- Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
- Şefeq zelal xuza xuyan bûn
(Ciwan Haco)