Udeba Çak e
Udeba çak e lêm nebin derhem
Lem qise û lem hîkayetey deykem
îdî’ayî her senayî’êk naken
Ta ku neyxwênin, îmtîhanî neken
Pêy dellên hîlebaz û kezzab e
şêx Nebî xarîc e le em babe
Xaneqa û şêx û tekyekan yekser
Pêm billên nef’iyan çî ye axir!
Xeyrî te’lîmî tenbellîkirdin
Cem’î emlak û xeznekokirdin
Def’eyek îmtîhanyan naken
Tê bigen zehr e ya ne tiryak in
Le mehekkî biden eger weku zerr
Tê degen rêgirin we ya rehber
Dexîlî şêx û mêx mebin ebeda
Hîç kesê rizqî hîç kesê nada
Ey xerîkî rimûz û naz û nîyaz
Ewrupa fennî geywete î’caz
Qulleyî îfilî le eflak e
‘Eksî ew gerdişî le jêr xak e
Kureyî em zemîneyan pêwa
Xatirî to bê çûne cewîy sema
Qiseyê emrro deygirin le zuban
Sallê tir bot deken be bê nuqsan
Sedûpenca luxet zîyad deken
Sallî bo nawî sen’et û bo fen
çînî ateşperist in êstakeş
Gebrî bêdîn û hîndûwî rûreş
Bo çî fermûyetî nebîyî emîn:
“îtlubu ‘îlmekum welew fî ssîn”
Nêr û mê lem hedîse ferqî nîye
Ger mela nehîyî fermû dînî nîye
To were fennê fêr be çît e le we
Gawir e, hîndû we, we yaxo cû we
Lazim e xul bixoy weku berdaş
Hemû qernêk degorrê emrî me’aş
Tenbellî karî hîz û bêxêr e
Destî mandî le ser zigî têr e
Ehlî cennet ne şiwan û gawan e
Sahîbî fenn û ‘îlm û ‘îrfan e
Faîdeyî ger bidaye zîkr û du’a
Debuwe Qarûn geday ser rêga
Herçî bêbehre ye le kesbî kemal
Debite derwêş û margir û hemmall
Le hedîsa heye hebîbî Xuda
Gutî: elkasîbu hebîbu lla
Mushefî Xuwa ye ‘alimî birsî
Be du nanî dedat û natirsî
Sofî wek tîşne bû le zîkrî hetaw
Sed niwêjî deda be kasek aw
şî’î wek tîşne bû le sînezeden
Be dû qetre deda Huseyn û Hesen
Be qisey muxbîr û muerrîxî kon
Mîlletî çîn e çarsed milyon
Ser be ser dewlletî hemû Japon
Zor be zehmet degate çil milyon
Ehlî Japon be fenn û sin’etî çak
Seyrî çon çînî girt û kirdiye xak
îttîhadî be îttîfaqî enam
Super e bo hewadîsî eyyam
Kurdî ême û agir û newt in
Pêkewe pûş û agir û newt in
Bê eger destî yektirî bigrin
Wek Sikender cîhan hemû degirin
Xwardin û setrî ‘ewret û sukna
Ba’îsî jîn e bo geda û paşa
Halletî wa ye çî le ser xak e
Xeyrî îsa dellên le eflak e
Ew hemû medhî badew û dulber
Nûsrawe le sed hezar defter
Weku xemsey nîzamîy genc e
Ke le lay xellqî kîmya û genc e
Ya weku beytî şîrin û Ferhad
şî’rî Hacî le ber kiraye be yad
Êste mîllet debûne sahêbî cah
Yane hemtay ewlîya’u llah
Kê dellê kurdekan be îdrak in
Bes e em neqs e giwê le min naken
Le qisey saxî min xelel degirin
Wahîmey şêxekan le dill degirin
Ewî muhtacî nan û pîwaz e
Ba hetîwbaz e yane mêbaz e
Heyf e bo merdî sahîbî temyîz
Hênde basî mekanî pîsî û mîz
‘îşiqbazî û heway derwêşî
Mîlletî xiste feqr û bêîşî
Ew kesey dewllemendekî çak e
Bendey romî yanî napak e
Hemû mirdûy mîyan û simtî xo n
Beytî meddahyan be can dekirrin
Beytî min çunke kellkîyan degirê
Le xerîbî û bêkesî demirê
Ta le jêr barî romîyan nemirin
Zehmet e qedrê beytî min bigrin
Yane wek ehlî mexrîb êstakî
çî ye nawit? Dellê: Xirîstakî
Bawkim Ehmed bû nawî, fîkrim dê
Xellqî ladê bû, daykî min Fatê
Hacî sa besî ye sedhezar def’e
Pêm gutî: Em qisane bênef’ e
Rojî ewwel le bende û azad
Xidmetî xellq e qîsmetî ekrad
Lêy gerrê qewmî to hemû mar in
Diz û hîz û pîyawkuj û har in
Mirî nawdarî wirçî naw dar e
Rastîyan xwar e, xwarî xunxwar e
Bawke her çonê to dellêy wa ye
Zen deken em qisane xorra ye
Qurşî kam cê bikem be ser xo da
Eme lêm bûyte ‘îlletî sewda
Be qsey çake destyan degirim
Erkî nakem be lome ta demirim
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |