Wîlayetî Bexda
Ger billêm Bexda le cennet xoştir e hêşta kem e
çunke suknay Xews û Kerxî û îmamî ‘Ezem e
Ey birader şarî Bexda bê hesadet bê heme
Zor emîn be lem hîsabe pêt billêm kurt e û kem e
Bo wîlayet hîç willatê herweku Bexda nîye
Hakimî ‘edl û ‘edalet zor emîn û bêxem e
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |