Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)

Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)
by Melayê Cizîrî

Wey spêde j’ Bircê qews ebrû numandin mah-i new
Xweş ji qewsê ebrûyan vê ra kişandin mah-i new

Goşeyên nûnan bi ser badan ji qewsê bêweter
Mislê enguşta Nebî sed ser beyandin mah-i new

Keşşifî bedra temam ehsen ji bala tel'etê
J’ istiwa da gezmeyan çerxê reşandin mah-i new

Wê li wechê afitabê gah-i kifş û gah-i xef
'Arifên ehlê bişaret heyyirandin mah-i new

Mil dizanim dane ber qewsê hilalî goşezer
Lew ji bala goşeyên nûnan livandin mah-i new

Ez dibêjim dê li min dîsa ceger sedpare kin
Wê bi mîzan herdû şîrazî çevandin mah-i new

Daxilê meclis bûyî îşev Nişanî lew ko xef
Cam-i rûhanî li ehlê dil nişandin mah-i new

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse