Xakî Cizîr û Botan
Xakî Cizîr û Botan, ye’nî willatî kurdan
Sed heyf û sed mixabin deyken be Ermenistan
Wa rêgetan debesrê ‘êlatî Caf û Billbas
Ger mirdûn le germên memnû’ e biçine kwêstan
Kamî kiç û hetîwî şîrîn bê raydekêşin
Hawar debene ber kê peşme dexîl û aman
Mescîd debête dêre naqûsyan mu’ezzîn
Metran debête qazî, muftî debête rehban
Hîç xîretêk nemawe sed car qesem be Qur’an
Peyda bê Ermenistan namênê yek le kurdan
Sertan le qurr hellênin, ehwallman bibînin
çon în le destî zullmî bêdînî dûr le îman
Wellahî summe bîlla, tellahî em bella ye
Her hêndey pê dezanin îqlîmî kirde tofan
Tofanî aw nîye hîç derçê le kêwî Cûdî
Behrî tifeng û top e, însan e behrî ‘Umman
Em qîsseyey ke kirdim nagate çend sallî tir
Em hallete debînin yek yek be çawî xotan
Hall êstêke weha ye meger Xuda be sûkî
Têkyan bida we îlla dûr e le ‘eqillî însan
Herçî weku beyanim bo kirdûn be tehqîq
Peyda debin segane, kam qurr bikeyn be serman
Lem beyne îttîfaqê peyda biken be merdî
Ferqî nebê şiwan û cutyar û mîr û gawan
Ger hîç nebê be oyin nabî’ be dewlletê bin
Bêgane çak e duşmin nek duşminî le xotan
Romî weku benî mûn kes piştiyan pê nebestê
Kewtûne dawî xoyan, sergeşte mawin û heyran
Kiwa walîyî Senenduc, begzadey Rewandur
Kiwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan
Ew ayetey fe sîrû fî-l erzî Xuwa ke fermûy
îcray deken segane bî-n nefsî şahî xoyan
Kiwa ew demey ke kurdan azad û serbexo bûn
Sulltanî mullk û mîllet, sahîbî ceyş û ‘îrfan
Coşêk biden weku heng, tegbîr biken be bê deng
Esbabî şerr peyda ken top û tifeng û hawan
Parranewe û tewekkul lem ‘esre pare naka
Tîre du’ay cewşen peykan e hîrzî meydan
Boçî beşîrî ême ye’nî resûlî ekrem
Hîç ed’îyey nezanî rojê ke deçuwe meydan
Wek Xêwe û Buxara, bellam narrwa be hîmmet
Ref’î biken meşayix, def’î biken melatan
Her şêxê kewte şiwênî yek dû kesî reş û rût
Xellkî be mûr dezanê, xoy hezretî Suleyman
Yektan neçûne gerdiş wa tê degen le dinya
Her padşahî rom e û şahî ‘ecem le Taran
Qutbî zemane Xalîd aware bû weku min
Bê qedir û qîmet û şan, bê xan û man û bê nan
şîr û qellem şerîk in lem ‘esre da, dirêxa
şîrim qellemtiraş e û kalanî ye qellemdan!
Em me’sele meşhur e ger qurr dekey be serta
îksîr e xak û xollî dermallî gewremallan
Tenha ême weha nîn, dîbaçey Mem û Zîn
Hallît deka çi lon e ehwallyan suxendan
Xotan dellên: Eger çî meşhûrî xas û ‘am e
Her rêwîyek gerra bê azatir e le şêran
Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê
Rozname û cerîde û kewtote qîmet û şan
Binwarre se’î û xîret êsta le dewlletî rom
Xoyan xezînedar in, xoyan tebîb û sulltan
Her diwênê ehlî Sûdan hestane pê weku şêr
Êstêke musteqîll in mehsûdî kullî edyan
Bulxar u sîrb û yonan, hem ermen û qeretax
Her pêncyan be te’dad nabin be qeddî baban
Her êke musteqîll in, kullêkî dewlletêk in
Sahîbî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan
Hem heqqyane ermen xîretkeşî yektir in
Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran
Bo fennî herb û sen’et, bo zebt û rebtî mîllet
Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan
Hacî kesêke bêkes bo êwe qurr depêwê
Gwêy lê degirin zerîf e, nagirin bella le xotan
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |