Xanî Bese! Ah û Esef (Baxê Sorgulan)

Xanî Bese! Ah û Esef (Baxê Sorgulan)
by Ehmedê Xanî

Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf

Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan
Teşbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def

Manendê mest û serxweşan, ez çûme bezma mehwesan
Ebrû keman û çavreşan, cerg û dilê min kir hedef

Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî
Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef

Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef

Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek
Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qişt û lef

Xemrîy û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al
Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef

Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeş hindek fireng
Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff

Diger hebûn de´wa û şerr, derbû li min tîpa teter
Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef

Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef

Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin
Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef

This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.

Public domainPublic domainfalsefalse